Nêçîrvan Barzanî Piştgirî Dide Tevlîbûna HSD'ê ya bi Hikûmeta Sûrîyê re

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî derbarê pêvajoya tevlîbûna Hêzên Sûrîya Demokratîk (HSD)ê bi Hêzên Hikûmeta Sûrîyê re roja Çarşemê daxuyaniyek da û tekezî li ser giringiya vê gavê ji bo aramiya Sûrîyê kir.

Barzanî li ser Platforna Xê ragihand ku ew piştgiriyê dide gavên ji bo cîbicîkirina gavên di warê rêkeftinên di navbera herdû aliyan de hatine avêtin û piştgiriya xwe ji bo wê gavê anî ziman û got, "Ez vê yekê wekî pêşveçûneke giring ji bo xurtkirina ewlekarî û aramiya Sûrîyê dibînim û bang li hemû aliyên kurd û pêkhateyên Sûrîyê dikim ku piştgiriyê bidin van gavan û bibin alîkar ji bo serketina wan."


Barzanî her wiha pesnê rola serokatiya Sûrîyê da û diyar kir û got ku"Serokê Sûrîyê Ehmed Şeri', Sûrîyê ber bi soberojeke baştir ve dibe. Herwiha got "Ez rola birêz Mezlûm Ebdî û hewldanên wî di serxistina vê pêvajoyê de bilind dinirxînim."

Di dawiya daxuyaniyê de, Serokê Herêma Kurdistanê hêvîya serketina vê pêvajoyê xwest û got "Em hêvîdar in ku ev pêvajo bê temamkirin da ku bibe destpêka qonaxeke nû li Sûriyê; qonaxek ku mafên hemû welatî û pêkhateyên wê tê de werin parastin, û welat ber bi aşitiyê, ewlehiyê, aramiyê, vejîn û geşepêdaneke zêdetir ve bibe."