Serokê demkî yê Sûrîyê Ehmed Şeri' îro li Koşka Gel a Şamê, Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û heyeta wî pêşwazî kir.
Di civînê de, ku Wezîrê Derve û Koçberîyê yê Sûrîyê Es'ed Şîbanî jî amade bû, herdu alîyan li ser pêwendiyên navbera Sûrîyê û Herêma Kurdistanê û rêyên xurtkirina hevkarîya di navbera wan de, bi taybetî di warê aborî de, axivîn.
Her wiha di civînê de dawî rewşên li herêmê û çend mijarên hevbeş hatin nîqaşkirin, bi armanca piştgirîya ewlehî û aramîya herêmê û xurtkirina hevkarîya herêmî.
Li gorî daxuyanîya Serokatîya Herêma Kurdistanê, di hevdîtinê de dê pêwendîyên Sûrîyê bi Îraq û Herêma Kurdistanê re, perspektîfên hevkarîya hevbeş û herî dawî pêşveçûnên rewşa li herêmê bihên gotûbêj kirin.
Berdevkê Serokatîya Herêma Kurdistanê Dilşad Şehab ji Ajansa Nûçeyan a Şefeq re got ku "serdan bi hevrêzîya li gel Serokwezîrê Îraqê tê kirin û armanca wê ew e ku piştgirîya ewlehî û aramîyê bike û hevkarîya siyasî, ewlehî û aborî ya di navbera hersê alîyan de xurt bike."