Piştî Bûyerên li Sûrîyê Yekem Hewildana Xwekujî ya Endamekî Daişê li Enbar Pêk Hat

Arşîv - Çekdarên Tundrê li Parêzgeha Enbar

Ajansa Ewlekariya Niştîamî ya Îraqî îro Sêşemê ragihand ku hêzên wan çekdarekî Daişê ku kemberek xwekuj li xwe kiribû li parêzgeha Enbarê di hewildaneke xwe teqandinê de hat desteser kirin.

Ajans di daxuyanîyekê de dibêje, "Di operasyoneke îstîxbaratî ya giring û bilez de, yekîneyên Dezgeha Ewlekariya Niştîmanî karîn endamekî rêxistina terorîst a Daişê, ku kemberekî xwekuj li xwe kiribû, li parêzgeha Enbarê bigirin, berî ku ew tawankaîya xwe encam bide."

Dezgehê piştrast kir ku "operasyon piştî lêgerîn û şopandina ji nêzîk ve şiyan terorîst desteser bikin."

Raport didin zanîn ku tawankar endamê Daişê ye û dixwest li resturanekê xwe biteqîne.

Medya Îraqî dîmenên dema desteserkrina tawankar weşandin, Dengê Amerîka têkilî bi nava parêzgeha Enbar û navenda bajêrê Rimadî re danî, çavkaniyan piştrast kir ku bûyer pêkahtî ye.

Rojnamevan Ziya’i Al-Hamdanî gote Dengê Amerîka “Belê raste hewildana êrîşa xwekujî a endamekê rêxistina radîkal a Daişê li Enbar hatîye pûçkirin, li herêma (5 kîlo) di xwaringeheke gelêrî de li bajêrê Ramadî, hêzên ewlehiyê ew hewildan jinavbirîye berî ku bûyereke komkujî çê bibe. ”

Ziya’i wê hewildanê bi rewşa Sûriyê ve girê de dide û da zanîn ku “Hêzên ewlehîya Îraqê di seferberî û amadekarîyên ewlekarîyê de ne ji ber rewşa xirab ya li Sûriyê.”

Rojnamevan Ziya'i Alhamdanî dibêje li gor çavkaniyên ewlekarî û Ajansa Îstîxbaratî navê wî kesî "Casim al-Rawî" ye.

Ji hejî bîrxistinê ye ku çavkaniyên mediyayî hin dîmen nîşan dan dema endamên hin grûpên çekdar piştî dest biserdagirtina herêmên Reqa, Dêrezor, Tebqsa û Helebê yên li jêr kontrola HSDê de bûn li Sûriyê ku wan çekdaran gef dixwarin û digot in, “îcar dema Îraqê hat û emê herin Kerbela.”

Berpirsên ewlekarîya Îraqê jî nerihetiya xwe ji ber rewşa li Sûriyê didin diyar kirin û dan zanîn ku wan sînorê di navbera Îraq û Sûriyê de bi tundî çavdêrî û ewle kirîye, jiber ku tirs heye ku endamên Daişê yên li Sûriyê bikevin axa Îîraqê.