Îraq: Hilgirtina Çekên li Derveyî Dewletê Piştî 30'ê Îlonê Dê Wekî Terorîzm Bên Dîtin

Hevpeymanîya Rêveberîya Dewleta Îraqê piştgirîya xwe ji bo hikûmeta Elî Zeydî di warê sînordarkirina çekan û qedexkirina avakirina her rêxistinekê li derveyî hêzên çekdar ên fermî de nû kir.

Şeva çarşemê, li Koşka Hikûmetê ya li Bexdayê, civîna Hevpeymanîya Rêveberîya Dewletê hate lidarxistin, bi amadebûna Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, û bi beşdarîya sê serokatîyên li Îraqê, ligel serokên Çarçoveya Hevahengîyê û hêzên sunî, ji bo gotûbêjkirina pêşveçûnên siyasî û ewlehîyê yên li welat, û her wiha pêşhatên li qadên herêmî û navneteweyî.

Li gor daxuyanîyekê ku ji aliyê Ofîsa Ragihandinê ya Serokwezîrê Îraqê ve hat belavkirin, Hevpeymanîya Rêveberîya Dewletê tekezî li ser berdewamkirina hewldanên parastina ewlehî û aramîyê kir, û piştgirîya xwe ji bo "hiştina çekan tenê bi destê dewletê ve" li gor bernameya hikûmetê û qanûnê nîşan da.

Hevpepmanîyê herwiha hişyarî da li ser "qedexekirina bikaranîna axa Îraqê ji bo êrîşkirina ser welatên cîran an jî tevlêkirina Îraqê di şerên ku xizmeta berjewendîyên gelê wê nakin de."

Di daxuyanîyê de hat diyarkirin ku bikaranîna çekan li derveyî îradeya dewletê an jî avakirina rêxistinên çekdar li derveyî hêzên leşkerî yên fermî qedexe ye.

Di dawîyê de, beşdarên civînê daxwaz kirin ku "pabendbûn bi pêngavên hiştina çekan piştî 30'ê Îlona 2026'an re hebe, û piştî wê demê, her tevgereke çekdarî ya li derveyî çarçoveya dewletê dê bi qanûna têkoşîna li dijî terorê re bê cezakirin."