Îraq û Tirkiye Danûstandinan li ser Rêkeftineke Enerjîyê ya Berfireh Dikin

Îraq û Tirkîyê dest bi danûstandinan derbarê peymaneke çarçoveyî ji bo hevkarîyê di warê petrol û gazê de kir.

Ajansa nûçeyan a fermî ya Îraqê ragihand ku Wezîrê Petrolê yê Îraqê Basim Mihemed Xidir û Wezîrê Enerjî û Çavkanîyên Xwezayî yê Tirkîyê Alp Arslan Bayraktar do Înê li Enqerê civîyan.

Wezareta Petrolê ya Îraqê ragihand ku di civînê de nexşerêyeke pêşniyarkirî ji bo xurtkirina hevkarîya dualî di pêşxistina binesazîya petrol û gazê, pîşesazîya petrokîmyayî û bazirganîya enerjîyê de hate nirxandin.

Ev hewldana ji bo hevkarîyeke stratejîk, piştî astengîya giran ya li ser hinardekirina petrola Îraqê tê ku bi rêjeya pirtir ji 80% kêm bû, piştî girtina Tengava Hormuzê ji ber şerê Amerîka û Îranê.

Di meha Tebaxê de, peymanek bo dema salekê di navbera Kompanîya Botaş a Tirkîyê û kompanîyên petrolê yên Îraqê de ji bo zêdekirina hinardekirina petrola xav bi rêya borîya Kerkûk-Ceyhanê hate îmzekirin.

Serokwezîrê Îraqê Elî Zeydî gotibû ku herdu hikûmet kar ji bo temamkirina rêkeftineke berfireh di warê petrol, elektrîk, çavkanîyên avê û warên din yên hevkarîyê de dikin.