Îraq û Tirkîyê li ser Vegerandina Pereyên Gendelîyê li Hev Kirin

Serokê Desteya Federal a Destpakîyê ya Îraqê, Dr. Muhemmed Elî Lamî, got ku Îraq û Tirkîyê dixwazin hevahengîya siyasî ya di navbera herdu welatan de veguherînin gavên praktîkî di warê dadwerî û vegerandina pere û mulkên dewletê de.

Lamî di serdana xwe ya Tirkîyê de, piştî hevdîtina bi Cevdet Yilmaz, cîgirê serokê Tirkîyê, û berpirsên Wezareta Dadê ya Tirkîyê re, îro Yekşemê ragihand ku herdu alîyan li ser drustkirina rêyên rasterast û xalên têkilîyê yên hevkarîyê li hev kirine.

Wî got ku ev gav dê pêvajoya bicihanîna biryarên dadgehên Îraqê ji bo vegerandina pere û mulkên kesên ku bi dosyayên gendelîyê têne tawanbarkirin an hatine cezakirin û li Tirkîyê ne, bilezîne.

Lamî her wiha got ku Îraq hemû dosyayên temam bûne birine Enqerê û dixwaze bi hevkarîya Tirkîyê wan ji qonaxa amadekarîyê derxîne û bibe qonaxa bicihanîna biryaran.

Wî tekez kir ku şopandina kesên tawanbar bi gendelîyê û vegerandina pereyên ku ji tawanên gendelîyê hatine bidestxistin, divê bi sînorên welatan neyê rawestandin.

Desteya Federal a Destpakîyê ya Îraqê di daxuyanîyeke din de îro Yekşemê ragihand ku nêzî 9 milyar dînarên Îraqî, herwiha 7 barên qalibên zêr û zêrên xemilandinê li mala Cîgirê Wezîrê Elektrîkê ji bo karûbarên veguhestin û belavkirinê hatine destserkirin.

Li gorî Desteyê, operasyon di çarçoveya lêkolîna dosyaya gendelîyê de hat kirin û pere û zêrên hatine dîtin hatine tomarkirin û destserkirin.

Hêjayî gotinê ye Amerîkayê ji bo berdewamî û pêşvebirina hevparên weberhênanê û hevkarîya darayî bi Îraqê re, gavên rastîn ên li dijî gendelîya darayî û parastina sazîyên aborî dike şert.