Îraq Skalaya Dijî Êrîşa Tirkiyê Arasteyî Civata Ewlekariyê Dike Û Daxwaza Civînek Awarte Dike

Wezareta Derve ya Iraqê _ Logo

Roja Şemiyê, Wezareta Derve ya Îraqê lê ser navê peyvdarê Wezaretê Dr. Ahmed Al Sahaf daxuyaniyek di malpera fermî ya wezaretê de weşandî ye û dibêje ku "skalayekê arasteyî Civata Ewlekariya navnetewî dike û daxwaza civîneke awarte dike jiber êrîşên Tirkiyê ku hejmarek sivîlên bê tawan yên ku şehîd û birîndar bûne li parêzgeha Duhok."

Li aliyek din ajansan û kenalê Alhurra yê Amerîkî ku weşana xwe bi zimanê Arabî dike di raporteke xwe de ragihand ku parlemena Îraqê di civîna xwe ya roja Şemiyê de komîteke hevbeş bo lêkolînên meydanî encam bide derbarê "Êrîşa Tirkiyê li Duhok."

Endamê komîta ewlehî û parastinê Mehdî Amirlî gotiyeAjansa nûçeyan ya Îraqê "Wezîrê Berevaniyê û wezîrê derve û Serok Erkanê leşkerê Îraqê û fermandarê operasyonên hevbeş tekez kirîye ku li ser du astan pêngav bihên avêtin, ya yekê di çarçeva yasayî de skala ya navnetewî tomar bikin û pêngava din, divê leşkerê Tirkiyê li Îraqê nemîne, eger ku bimîne dê reaksyonek din hebe."

Endamê komîtê herwiha dide zanîn ku Komîta hevbeş parlemenê, wezareta derve ya Îraqê, serokatiya sopasalriya Îraqê ya wezareta parastinê û operasyonên hevbeş divê herin cihê bûyerê û lêkolîndan encam bidin bi hevkarî li gel balyuzxaneya Tikriyê da ku bizanin jêderê bombeyê ji kûderê bûye."

Ji hejî bîrxistinê ye ku Tirkiyê dibêje êrîşa ku bûye sedema kuştina sivîlan û birîndar bûna wan li parêzgeha Zaxo hêzên wan encam nedaye, her çende daxuyaniyên berpirsên Îraqê tekez dikin ku êrîş ji aliyê Tikriyê de pêkhatiye.