Îraqê Vekolînek li ser Bêrêzîya Dijî Ala Amerîkayê Dest Pê Kir

Berdevkê Fermandarê Giştî yê Hêzên Çekdarî yê Îraqê, Sabah Nu’man, îro Yekşemê ragihand ku serokwezîr û fermandarê giştî yê hêzên çekdarî, Elî Zaydî, ferman daye ku komîteyek vekolînê bê avakirin, da ku li ser hûrgilîyên bûyera ku di yek ji pêşandanên çalakîyên “Roja Serwerîyê” de li hember ala ya Amerîkayê rû da, lêkolînê bike.

Li gor daxuyanîya li ser malpera X'ê hat wişandin, Serokwezîr Zeydî ev kiryar şermezar kir û bal kişand ser pêdiviya rêzgirtina yasa û kevneşopiyên dîplomatîk.

Herwiha, wî ferman da ku li dijî kesên ku ev kiryarê kirine, gavên yasayî yên pêwîst bên avêtin û lêkolîn di demeke herî kurt de bê temamkirin û encamên wê bên radestkirin.

Ev biryar piştî hat wergirtin piştî belavbûna hin wêneyan, ku tê de wesayît di dema merasîmeke leşkerî de li Bexdayê di ser ala Amerîkayê re derbas dibin.

Ev bêrêzî ji alîyê Endamê Kongrêsa Amerîkayê yê Komarî Joe Wilson bi tundî hate rexnekirin. Wilson roja Yekşemê li ser X'ê got ku Hêzên Heşda Şe'bî, ku beşek ji sazîyên ewlehîyê yên Îraqê ne, di pêşandanê de bêrêzî li ala Amerîkayê kirine. Wî herwiha rexne li bandora Îranê li Îraqê girt.

Wilson di peyama xwe de ew wêne parve kirin û got,“Heke hûn hîn jî belgeyeke din dixwazin ku Îraq parêzgeheke Îranê ye...”. Wî asterast pirs ji rayedarên Îraqî kir ka gelo ev helwesta wan li hember Amerîkayê ye.

Di dawiya peyama xwe de wî nivîsî:“Îraq ji Îranê azad bikin.”