Amerîka Dîsa Êrîşî Girava Xargê Dike

Wêneyeke satalaytî ya girava Xargê

Li gor raportên ku hatine belavkirin, Amerîka di êrîşên şevê de bi dehan armancên leşkerî li Girava Xargê ya Îranê bombebaran kirine.

Karbidestekî payebilind ê Amerîkayê got ku di êrîşan de veşartgeh, bingehên radarê û embarên cebilxaneyan kirine armanc.

Girava Xargê navendeke stratejîk e û di vî şerî de gelek caran hatiye bombebarankirin.

Di êrîşeke berê de, zêdetirî 90 armancên leşkerî li wir hatin êrîşkirin.

Roja Sêşemê, rûniştvanên bajarê Buşehr û Bendera Genayê got ku dengê teqînan ji Girava Xargê hatiye bihîstin. Dengê gelek teqinan li deverê tê bihîstin lê agahîyên derbarê hûrgilîyan nînin.

Nêzîkî 90% ji petrola xav a Îranê ji vê Xargê tê şandin, lewra ev yek ji xalên herî girîng ên binesazîya enerjîya Îranê û yek ji navendên enerjîyê yên herî giring li herêmê tê dîtin.