Helwesta Trump li Hember Malikî li Îraqê Çawa Tê Nirxandin?

Serok Donald Trump

Serokê Hevpeymanîya Dewleta Qanûnê Nûrî el Malikî daxuyanîya Serokê Amerîkayê Donald Trump derbarê berbijartîya wî bo posta serokwezîrê Îraqê red kir û piştrast kir ku ew li ser berbijartîya xwe rijde.

Malikî di daxuyanîyeke nivîskî de got “Destwerdanên Amerîka di nav karûbarên Îraqê de, zêdegavî ne bi ser serwerî ya Îraqê.”

Serokê Amerîkayê Donald Trump şeva Sêşemê di daxuyanîyekê de nîgeranîya xwe ya li ser berbijartîya Malikî anî ziman.

Serok Trump li ser platforma Truth social gotibû, “Min bihîst ku dibe Îraqî biryareke gelek şaş bide ji bo destnîşankirina Nûrî el Malikî bo posta Serokwezirê Îraqê.”

Trump diyar kir ku di dema Malikî de, Îraq rastî hejarî û alozîyan bûbû, û "divê ev careke din çê nebe."

Dr. Hawar nerway

Dr. Hewar Nêrweyî, şîrovakarê siyasî û mamostayê zanîngeha Dohukê, gote Dengê Amerîka, “Di dema Malikî de gelek alozî di navbera Şî'ia, Sunne û Kurdan de derketin. Têkilî di navbera civakên Îraqê de nebaş bûn, lê ev nayê wê wateyê ku bandora Malikî li ser siyaseta Îraqê nemîne.”

Nêrweyî herwiha got ku “Peyva yekem û ya dawî di nav Çarçoveya Hemahengîyê ya Şî'ian de peyva Malikî ye.” Lê di heman dem de wî got, “em dizanin ku Trump xwedî peyva xwe ye.”

Rêveberê Navenda Ragihandina Îraqî li Washington, Nizar Heyder, gote Dengê Amerîka ku diyar e hinek hêzên di nav Çarçoveya Hemahengî ya Şî'ian de "ji peyamên berê yên Amerîka baş tênegehiştin ku divê bizanin ku hikûmeta nû ya Îraqê nabe ser bi Îranê ve be.”

Heyder got, "zanyarîyên ku ji Bexda gihiştîne min, didin diyarkirin ku peyama Serok Trump alozî di nav Çarçoveya Hemahengîyê de peyda kirine û li çareserîyê digerin."

Dr. Nizar Heyder

Sala 2008'an peymana stratejîk di navbera Îraq û Amerîka de hate îmze kirin, ku siberoja Îraqê bi Amerîka ve girêdide.

Heyder da zanîn ku “bendeke peymanê dibêje, Amerîka berpirs e hember parastina demokrasîyê û sîstema siyasî ya Îraqê.”

Malikî ji 2006 heta 2014 serokwezîrê Îraqê bû, di wî demî de bandora Îranê li ser biryarên Îraqê xurt bûn û dijî berjewendîyên Amerîka bûn. Herwiha ne aramî ya siyasî di navbera Şî'ia, Sunne û Kurdan de hebû, bi taybet piştî serhildana Daişê, ku li gor şarezayan xurtbûna Daişê wî çaxê yek ji encamên siyaseta şaş ya Malikî bû.