Fermandarîya Navendî ya Amerîkayê (CENTCOM) ragihand ku ew di 30’yê Îlonê de vekişîna birêkûpêk a hêz û alavên leşkerî yên Amerîkî ji Bingeha Esmanî ya Hewlêrê bi dawî anîne, ku ev pêngav dawî li erka operasyona (Operation Inherent Resolve) li Îraqê tîne.
CENTCOM’ê li ser platforma X'ê daxuyanîyek weşand û tê de diyar kir ku ev vekişîn di çarçoveya plana veguhestina ber bi peywendîyên bergirîyê yên dualî di navbera Amerîka û Îraqê de pêk tê. Lê Navenda Fermandarîya Hevbeş a Hêzên Operasyonê derbasî Urdunê bûye û erka li dijî Daişê li Sûrîyê ligel hevpeymanan û hikûmeta Sûrîyê berdewam dike.
Fermandarê CENTCOM’ê Admiral Brad Cooper spasiya leşker û dîplomatên Amerîkî kir û got, "Ji ber xebat û qurbanîyên we, Daiş êdî ji bo ewlehîya neteweyî ya Îraqê nabe gefeke sîstemî. Hêzên ewlehîyê yên Îraqê, di nav de Pêşmerge û hêzên Herêma Kurdistanê, xwedî wê şiyan, serwerî û serbixwebûna operasyonî ne ku bi tenê berhingarî gefan bibin."
Li gor daxuyanîya CENTCOM'ê, vekişîna hêzên Amerîkî ji Cotmeha sala borî ve dest pê kiribû û bi valakirina Bingeha Esmanî ya Hewlêrê ku navenda sereke ya nêzîkî 1,500 leşkerên Amerîkî û hevpeymanîyê bû, bi dawî bû. Admiral Cooper teqez kir ku tevî radestkirina berpirsiyarîya ewlehîyê ji bo Îraqê, hêzên Amerîkî yên li herêmê dê ji bo bersivdana her gefeke muhtemel a Daiş’ê amade bimînin.