Wezîrê Derve yê Îraqê Fûad Husên, roja Duşemê, li Bexdayê pêşwazî li Karbirêkarê Balyozxaneya Amerîkayê li Îraqê, Joshua Harris kir, û encamên serdana şanda Îraqî bi serokatiya Serokwezîr Elî El-Zeydî bo Washingtonê hatin danûstandin û nirxandina, bi taybetî jî Yadaştên Lihevtêgihiştinê yên ku di navbera her du aliyan de hatine îmzekirin û rêbazên bicihînana wan ji bo xurtkirina hevkariyê di warên cûda de.
Li gor daxuyanîya Wezareta Derve ya Îraqê encamên serdana El-Zeydî û şanda wî bo Komara Îslamî ya Îranê jî hatin gotûbêjkirin.
Her du aliyan rewşa têkiliyên Îraqê bi Tirkiyê û Erebistana Siûdî re û amadekariyên serdanên fermî yên pêşerojê nirxandin, bi armanca pêşxistina hevkariyên herêmî û pêşdebirina hevkariyên du aliyan.
Di hevdîtinê de her du aliyan nêrînên xwe derbarê pêşketinên herêmê, bi taybetî rewşa ewlehiya rêyên deryayî li Tengava Hormuzê, parve kirin û tekezî li ser girîngiya dûrketina ji zêdetir girjîyan û parastina aramî û ewlehiya herêmî kirin.
Her wiha bandorên aborî yên pêşketinên herêmî û encamên wan li ser bazarên petrolê û rewşa darayî ya Îraqê hatin gotûbêjnkirin.