Washington û Bexdayê Mijara Girtîyên Biyanî yên ku ji Sûrîyê bo Îraqê Hatine Veguhestin Gotûbûj Kir

Minister of Justice Khalid Shwani met on Sunday with the Chargé d'Affaires of the US Embassy in Baghdad, Steven Fagin

Roja Yekşemê, Wezîrê Dadê yû Îraqî Xalid Şiwanî bi Karbirêkarê Balozxaneya Amerîkayê li Bexdayê, Steven Fagin, re li ser hejmarek mijarên hevbeş, bi taybetî mijara girtîyên biyanî yên ji Sûrîyê bo Îraqê hatine veguhestin, û her weha rêbazên pêşxistina hevkarîya dualî di warên yasayî û dadwerî de, danûstandin kirin.

Wezîr Şiwanî li ser platforma X'ê diyar kir ku di civînê de mekanîzmayên hevkarî û kordînasyonêyên derbarê mijara girtîyên biyanî de, û çawanîya çareserkirina wê doseyê di çarçoveya yasa û rêkarên pejirandî de, li gorî yasayên Îraqê û erkên navneteweyî, hatine gotûbêjkirin.

Li gorî Wezîr Şiwanî, Balyoz Steven Fagin spasîya hikûmeta Îraqê û Wezareta Dadê kir ji bo rola wan di veguhestina girtîyên biyanî ji Sûrîyê bo Îraqê, û tekez kir ku Amerîka bi hevkarên xwe re bi hevrêzî dixebite da ku piştgirîya pêwîst di vê mijarê de ji Îraqê re peyda bike, û ev yek dibe alîkar ku hewilên hevbeş di navbera Bexda û Washingtonê de xurt bibin.