Tom Barrack: Siberoja Îraqê ya Gelê Wê ye Ne ya Komên Çekdar e

Nûnerê taybet ê Serokê Amerîkayê Donald Trump bo Îraqê, Tom Barrack, roja Yekşemê piştgirîya biryara Serokwezîrê Îraqê Elî Zeydî kir û got ku ew "peyameke zelal" dişîne ku bandora mîlîşayan di dezgehên dewletê de cihê xwe tune ye.

Barrack li ser platforma X'ê nivîsand: "Serokwezîr Zeydî peyameke zelal dişîne: bandora mîlîşayan di sazîyên Îraqê de cih nîne. Siberoja Îraqê ya gelê wê ye, ne ya komên çekdar ên ku li derveyî dewletê tevdigerin. Serwerî di pratîkê de ye."

Axaftina Barrack tê di demekê de Serokwezîr Zeydî ferman da ku sê peymanên li Balafirgeha Navdewletî ya Mûsilê werin betalkirin ji ber têkilîya wan bi komên çekdar re. Ev gav wekî dijberîyeke rasterast li hember torên bazarganî yên mîlîşên ser bi Îranê ve li bakurê Îraqê tê dîtin.

Di heman demê de, Serokwezîrê Îraqê Elî Zeydî roja Yekşemê li parêzgeha Enbarê serokatîya civînekê kir û tê de tekez kir ku "tu carî destûr nayê dayîn ku çek li derveyî çarçoveya dewletê hebe ku ewlehîyê bixe metirsîyê û zirtbazîyê li welatîyan bikin".

Li gor daxuyanîya Ofîsa ragihandinê ya Serokwezîrî, Zeydî got "ev yek dê bi hêza yasayê re rûbirû bibe, ji ber ku qonaxa niha qonaxa avakirinê û geşepêdanê ye. "