Besra bi Kompanya KBR a Amerîkî re Peymaneke Têgihîştinê Îmze Dike

The signing of KBR’s Memorandum of Understanding with the local government of Basrah

Îro roja Sêşemê Hikumeta parêzgeha Besrayê bi Kompanya Amerîkî KBR re peymanek lihevtêgihîştinê îmze kir, ku armanca wê pêkanîna pakêtek projeyên stratejîk e ku ji bo pêşxistina binesaziyê û piştgirîkirina pêvajoya geşepêdanê li parêzgehê hatine amadekirin.

Ev peymana lihevtêgihîştinê ku ji aliyê parêzgarê Besrayê Ese'd El-Îdanî û nûnerê kompanya Amerîkî ve hat îmzekirin, bi amadebûna Karbirêkarê Balozxaneya Amerîkayê Joshua Harris û berpirsên her du aliyan pêk hat.

Li gorî lihevkirinê, her du alî dê di pêşxistina Balafirgeha Navneteweyî ya Besrayê de hevkariyê bikin. Her wiha dê projeyên xizmetguzarî û geşepêdanê yên ku ji qezaya Şet El-Ereb heta qezaya Fawê dirêj dibin werin cîbicîkirin, ku ev yek dê asta xizmetguzariyan bilind bike û asoyên berfirehtir ji bo weberhênanê pyda bike.

Karbirêkarê Balozxaneya Amerîkayê li Îraqê Joshua Harris, li ser X'ê got ku ev pêngav armanc dike ku pisporî û serkeftina Amerîkî di pêşxistina binesaziyê û bihêzkirina geşepêdana aborî de were bikarînan. Harris di daxuyaniyeke din a derbarê serdana xwe ya ji bo Besrayê de got, "Em li bendê ne ku hevkariya aborî ya di navbera Amerîkayê û Îraqê de li vê herêmê kûrtir bikin, û di pabendbûna xwe ya hevpar de ber bi pêş ve biçin da ku encamên berçav bi dest bixin ku xêra wan ji bo her du gelên Amerîkî û Îraqî hebe."

Ji aliyê xwe ve, Parêzgarê Besrayê, Ese'd El-Îdanî diyar kir ku ev lihevkirine pêngaveke ji bo aktîfkirina xalên "Rêkeftina Çarçoveya Stratejîk" a di navbera Îraq û Amerîkayê de, ku bi rêya avakirina hevkariyeke aborî armanc dike piştgiriya geşepêdan û weberhênanê li Besrayê bike.

El-Îdanî piştrast kir ku parêzgeh îro li pêşberî hevkariyeke rastîn bi aliyê Amerîkî re radiweste, û tekez kir ku pêşveçûna aborî li Îraqê bi giştî û li Besrayê, paytexta aborî ya welêt, bi taybetî dest pê dike.

Di konferansa rojnamevanî ya hevbeş de, Serokê kompnaya KBR Celal G. Îbrahîm hêviya xwe anî ziman ku ev yek dê bibe destpêka qonaxek nû ya hevkariya hevbeş.

Wî herweha diyar kir ku KBR kompanyeka cîhanî ye ku nêzîkî 40,000 karmend û endaziyarên wê li çaraliyê cîhanê kar dikin, û destnîşan kir ku kompanya bi salan e kar dike li Iraqê, bi taybetî di sektora petrolê de.