Wezareta Petrolê ya Îraqê bi Halliburton a Amerîkî re Peymanekê Îmze Kir

Wezareta Petrolê ya Îraqê îro roja yekşemê ragihand ku bi amadebûna Wezîrê Petrolê peymanek birêveberina giştî ji bo zevîyên Bin Omer û Sindîbad di navbera kompanîya Petrolê ya Besrayê û kompanya Halliburton ya Amerîkî de hat îmzekirin.

Di merasîma îmzekirinê de Wezîrê Petrolê Basim Mihemed Xudeyir El-Ebadî destnîşankirin ku ev peyman wekî beşek ji plan û stratejiya wezaretê ye ji bo zêdekirina şiyana berhemanîna petrol û gazê ya welêt.

Wezîr herwiha diyar kir ku ev hevpeyman bo 5 sala ne, û di pênc salên bê de, hilberîna petrola xav li zevîya 'Ibn Umer' dê zêde bibe da ku bigihîje 150,000 bermîl di rojê de, ligel berhemhênana 300 mîlyon pî sêca yê standard di rojê de ji gaza têkildar.

Herwiha bal kişand ser wê yekê ku dê astên berhemhênanê li zevîya Sindîbadê werin pêşxistin da ku bigihîjin navbera 80 heta 100 hezar bermîlan di rojê de, û şîyana gaza têkildar jî ji 240 heta 260 mîlyon pî sêca yê pîvankî di rojê de werê zêdekirin."

Wî piştrast kir ku "Wezaret bi îmzekirina peymanan bi kompanyayên mezin ên cîhanî re, bi taybetî yên Amerîkî berdewam dike û dê piştgirî peyda bike û astengiyan ji holê rake, û bal kişand ser navdarîya Halliburton, ku ji sala 2003-an vir ve li Iraqê kar dike.

Wezîrê Petrolê pêşwazî li şandeya kompanyaya "Baker Hughes" a Amerîkî dike


Di Daxuyanîyeke din de li ser platforma X'ê Wezareta Petrolê ragihand kuWezîrê Petrolê El-Ebadî, îro Yekşemê, pêşwazî li şandeya kompanyaya "Baker Hughes" a Amerîkî kir û babetên girêdayî herdû sektorên petrol û gazê hatin gotûbêjkirin.