Civîneke Leşkerî ya Urdunî, Sûrî û Îraqî bi Amadebûna Nûnerên Hêzên Pêşmerge Pêkhat

Serok Erkanê Artêşa Îraqê, General Ebdûlemîr Reşîd Yarellah, îro Sêşemê li Urdunê bi Fermandarê Fermandariya Navendî ya Amerîkayê (CENTCOM) Brad Cooper re civiya û li ser hevkariya leşkerî û pêşveçûnên ewlehiyê yên dawî li herêmê gotûbêj kirin.

Yarellah her wiha beşdarî civînek leşkerî ya bilind li Urdunê bû, ku di civînê de serok Erkanê Artêşa Urdunê, Serok Erkanê artêşa Sûriyê, Wezîrê Karên Pêşmerge û Serokê Erkanê Hêzên Pêşmerge yên Herêma Kurdistanê beşdar bûn.

Di civînê de ewlehiya herêmê, parastina sînorên hevbeş, li dijî gefên li ser sînoran, zêdekirina hevkarîyê û parvekirina agahiyan danûstandin encam dan.

Beşdaran tekez kir ku pêşveçûnên lez ên ku herêm tê de derbas dibe pêwîstî bi yekxistina hewldanan û xurtkirina xebata hevbeş heye, da ku sînor û ewlehî û serweriya welatan were parastin û di navbera saziyên leşkerî û ewlehiyê yên wan welatan de hevkarîyek bihêz hebe.

Li kêleka heman civînê, Serokê Erkanê Hêzên Hevbeş ê Urdunê Yûsif Ehmed Henêtî bi Admîral Brad Cooper, Fermandarê Fermandariya Navendî ya Amerîkayê (CENTCOM) re civiya, û aliyên hevkarî û hevrêziya leşkerî û pêşveçûnên herî dawî yên ewlehiyê li herêmê û hewldanên hevbeş ji bo xurtkirina aramîyê gotûbêj kirin.