Wezareta Derve ya Amerîkayê bo VOA: Vekişîna Hêzên Me ji Îraqê di 30 Îlonê de Pêk Tê û Peşmerge Jî Xwedî Şiyanên Mezin in

Iraq US

Wezareta Derve ya Amerîkayê ji VOA re got ku Amerîka pêvajoya vekişandina hêzên xwe ji Îraqê heta 30ê Îlonê didomînin; ev gav li gorî wê nexşerêya hatîye avêtin, ku berê hatibû ragihandin û bi awayekî hevbeş ji bo bidawîanîna erka hêzên Amerîka û hevpeymanan li Îraqê hatibû diyarkirin.

Wezartê li ser zarê Berdevkê xwe, bersiva pirsên Dengê Amerîkayê da û got ku ev qonaxa veguhastinê nîşana zêdebûna şiyanên Hêzên Ewlehiyê yên Îraqê ye, di nav de Pêşmergeyên Kurd jî û herwiha nîşan dide ku Îraq û Amerîka di têkiliyên xwe yên dualî de rûpeleke girîng vekirine.

U.S. Department of State logo

Wezareta Derve diyar kir ku hevkariya serkeftî ya Amerîka bi Îraqê re, şiyana DAIŞê ya ji bo pêkanîna çalakîyan li Îraq û Sûriyê û belavkirina tundiyê li seranserê herêm û cîhanê, bi awayekî berçav kêm kiriye.

Li dawîyê wezaretê got ku Wîlayetên Yekbûyî yên Amerîkayê pabende bi hevkariya aborî û ewlehiyê ya bihêz, ligel hikûmeta Îraqê ku di berjewendiya her du aliyan de be.