Rubio: Zeydî Daxwaza Dirêjkirina Dema Kontrolkirina Çekên Mîlîşyayên Îraqî Nekiriye

Wezîrê Derve yê Amerîkayê Marco Rubio got ku Washingtonê li ser pabendbûna Serokwezîrê Îraqê ji bo xistina hemû komên çekdar û çekên wan di bin kontrola dewletê de tu gumanek tune ye.

Rubio diyar kir ku ev erk dijwar û mezin e, lê Amerîka dê hemû hewildanên xwe bike û piştgirî bide da ku serokwezîr bigihîje encamdan.

Rubio got ku Îraqê daxwaza dirêjkirina dema dawî ya diyarkirî ji bo ku hemû çek û grûpên çekdar di bin kontrola dewletê de nekiriye.

Wî ragihand ku bi Serokwezîrê Îraqê re civiyaye û Serokê Amerîkayê Donald Trump jî şeva borî bi kurtî bi wî re axiviye û li ser vê mijarê gotûbêj kirine.

Rubio herwiha got ku herî kêm sê Mîlîşyayên Îraqî çekên xwe radestî hêzên hikûmetê kirine û beşdarî wan bûne, lê Mîlîşyayên din hîn jî astengiyeke girîng e.

Wî destnîşan kir ku divê hemû çekên li Îraqê di bin kontrola hikûmeta niştîmanî de bên danîn.

Ji aliyê xwe ve, Nûnerê Taybet ê Serokê Amerîkayê yê li Îraqê Tom Barrack got ku 30ê Îlonê dê ne roja temamkirina pêvajoya kontrolkirina çekan li "Îraqê be, lê belê dê xala destpêkê be ji bo pêvajoyek nû ku dê heta Hezîrana sala bihê dirêj bibe.

Barrack îro Çarşemê ji rojnamevanan re got ku "pêvajoya kontrolkirina çekan dê di 30ê Îlonê de pêk neyê, lê dê di heyamek nêzîkî şeş mehan de pêk were, û di Hezîrana 2027an de bi dawî bibe."

Barrack pesnê Serokwezîrê Îraqê Elî Zeydî da, û got ku "karekî herî baş dike", û destnîşan kir ku "heta Îlonê, komên çekdar dê li ser planek ji bo entegrekirina hêz û çekên xwe di nav artêşa Îraqê de razî bibin."

Hêjayî gotinê ye Serokê Amerîkayê Donald Trump, êvara Sêşemê li New Yorkê bi Serokwezîrê Îraqê Ali Zeydi re civîya.

li gor daxuyaniya Ofîsa Ragihandinê ya Serokwezîrê Îraqê li ser platforma Xê, di civînê de, pêwendiyên dualî û rêyên xurtkirina hevkarî û hevpeymaniya di navbera Îraq û Amerîkayê de hatin gotûbêjkirin.

Di heman civînê de. Wezîrê Derve yê Amerîkayê Marco Rubio û Wezîrê Xezîneyê yê Amerîkayê Scott Bessent jî amade bûn.

Daxuyanî li ser encamên taybet ên civînê an jî li ser peyman û biryarên nû yên ku di civînê de hatine gihiştinê, zêdetir hûrgulî nedaye.