Serokwezîrê Îraqê: Emê Hevkarîya Siyasî û Aborî ligel Amerîkayê Ragihînin

Serokwezîrê Îraqê Elî Falih El-Zeydî

Serokwezîrê Îraqê, Elî Falih El-Zeydî ragihand ku ew ê di nêzîk de hevkariyeke siyasî û şirikatiyeke aborî ya nû di navbera Îraq û Weletên Yekbûyî yên Amerîkayê de ragihînin.

Li gor daxuyaniyek ku îro, roja Pênşemê, ji hêla ofîsa medyayê ya Serokwezîrê Îraqê ve hat weşandin, berî serdana wî ya li Washingtonê ya vê mehê, wî got ku Îraq, dixwaze têkiliyên xwe bi Îrana cîran û bi Washingtonê re hevseng bike, hewl dide ku "nêzîkbûnek" di navbera Washington û Tehranê de ava bike.

Derbarî kontrola çekan El-Zeydî diyar kir ku diyaloga ligel komên çekdar berdewam dike da ku karê wan veguhere qada siyasî. Wî tekez kir ku piştî bidawîbûna dema radestkirina çekan, divê çek tenê di destê saziyên fermî yên dewletê de bin.


Di şerê dijî gendeliyê de, El-Zeydî got ku di parastina xezîneya giştî de tu hêlên sor nemînin û her kesî bigire nava xwe.

Zeydî herwiha gotîye ku divê kesên tevlîbûyî pereyên dizî vegerînin. Sîstema dadwerî û hikûmet ji bo vê armancê bi hev re dixebitin.