Serokwezîrê Îraqê Dê Roja Duşemê Seredana Washingtonê Bike

FILE PHOTO: Iraqi Prime Minister Ali al-Zaidi delivers a televised address after assuming office, in Baghdad

Berdevkê Fermî yê Hikûmeta Îraqê Heyder El-Ebûdî, îro Yekşemê di konferanseka rojnamevanî de ragihand ku Serokwezîr Elî El-Zeydî roja Duşemê, ligel şandeyeka bilind ber bi Washingtonê ve bi rê dikeve.
El-Ebûdî diyar kir ku armanca sereke ya vê serdanê aborî ye û Îraq plan dike ku kompanyayên petrolê yên Amerîkî bîne nav welêt da ku asta berhemanîna neftê bilind bikin.

El-Ebûdî tekez kir ku ya nû di vê serdanê de ew e ku berevajî serdanên berê, mijar û sîstema wê ya bingehîn aborî ye.
Wî her wiha got ku ti guherîn li ser "Peymana Çarçoveya Stratîjîk" nayê kirin; hemû lihevkirin û peymanên ku dê li Washingtonê bên îmzekirin, dê li ser bingeha vê peymana stratîjîk a navbera herdu welatan bin.

Çavkanîyên agahdar ji Dengê Amerîkayê re eşkere kir ku wezîrên bazirganî û petrolê yên Îraqê jî dê di nava vê şandeya bilind de bin ku ligel serokwezîr serdana Washingtonê dikin.