Avahiya Parêzgeha Dîyala Rastî Hêrişeka Çekdarî Hat

Avahiya Parêzgeha Dîyala Rastî Hêrişeka Çekdarî Hat

Polîsê Îraqî ragihand ku çekdaran roja Sêşembî hêriş kire ser avahiya parêzgeha Dîyala û bi kêmî heşt kes hatin kuştin û 15 kesên dî birîndar bûn.

Dîdevan dibêjin, çekdaran li bajarê Baqûbe, paytexta Dîyale, du otombîl li nêzîkî deriyên avahiyê teqandin. Piştî wan teqînan, jimareka çekdaran çûne nav avahiya parêzgehê û xelk gulebaran kirin.

Li meha Adarê jî, çekdaran hêriş kirin ser avahiya parêzgeha Selaheddînê li bajêrê Tikrîtê û bi kêmî 58 kes kuştin. El Qayde berpirsiyariya xwe beramberî hêrişa Tikrîtê ragihand.