Berdevkê Hikûmeta Îraqê Heyder Ebûdî îro Duşemê ragihand ku Serokwezîr Elî Zeydî ferman daye hêzên çekdar ku derbasî navçeya Curf El-Sexirê bibin.
Ebûdî ji Ajansa Nûçeyan a Îraqê (INA) re got ku demeke diyarkirî ji bo derketina "Ketaîb Hizbullah" ji navçeyê hatiye danîn û tekez kir ku dê hêzên ewlehîyê berpirsiyarîyên xwe li wir bigirin ser milê xwe.
Ebûdî bal kişand ser raporteke ji alîyê Ajansa Îstixbaratê ve hatiye amadekirin, zanyarî dide derbarê gumanên qaçaxçîtîya petrolê. Vê yekê wisa kir ku Serokê Encûmena Wezîran komîteke bilind a lêkolînê bi serokatîya kesayetîyeke ewlehîyê ji Heşda Şe'ibî pêk bîne, ku roja Înê 13 vê mehê dest bi karên xwe kiriye û çûye şeş cihan di nava navçeyê de ji bo kontrolkirina xal û amarên ku di raportê de hatine destnîşankirin.
Ebûdî herwiha got ku komîteya hikûmî, destkarîyeke eşkere di borîyên petrolê de ku di navçeyê re derbas dibin destnîşan kiriye, ligel hewldanên ji bo veşartin û binaxkirina şopên vê destkarîyê.
Dîsan komîtê hebûna du parzûngehan petrolê, tankerekê û depoyan eşkere kiriye, ku ev yek nîşanên wê yekê ne ku pêwîstîya van parzûngehan bi dabînkirina petrola xav heye da ku kar bikin.
Ketaîb Hizbullah, ku ji alîyê Amerîkayê ve wekî "rêxistineke terorîst" hatiye binavkirin, yek ji dehan grûpên çekdar ên alîgirên Îranê ye. Ev grûp têkilîya xwe bi operasyonên qaçaxçîtîyê re red dike û gavên hikûmetê wekî beşek ji hewldanên ji bo bêçekkirina xwe bi nav dike.
Ebûdî li dawî de got ku rênimayên Fermandarê Giştî yê Hêzên Çekdar hemû deverên Îraqê ji Zaxoyê heta Besrayê li xwe digirin, û amaje bi wê yekê kir ku dezgehên ewlehîyê bi rastî dest bi şopandina gumanên qaçaxçîtîya petrolê li hejmarek navçeyan kirine, ne tenê li Curf El-Sexir.