Bi Fermana Serokwezîr, li Îraqê Operasyoneke Berfireh a Dijî Gendeliyê Hat Destpêkirin

Serokwezîrê Îraqê Elî Falih El-Zeydî

Hêzên ewlehiyê yên Îraqê serê sibeha îro Yekşemê, hijmarek siyasetmedar, parlamenter û berpirsên payebend ên hikûmetê bi tawan gendeliyê desteser kirin.

Li gor Ajansa Reuters çavkaniyên ku bidest ketine diyar kirin ku yekîneyên ser bi Saziya Dije-Teror li herêma ku weke "Herêma Kesk" a parastî ya li Bexdayê tê naskirin de çend kes desteser û binçav kirin.

Operasyona îro li ser fermana rasterast ya Serokwezîr El-Zeydî destpê kiriye.

Heta nivîsina vê raportê tu daxuyaniyên fermî ji rayedarên Îraqî derbarê operasyonên girtin û desteser kirinan de nehatine dayîn.

El-Zeydî, yê ku di meha Gulanê de dest bi wezîfeyê kiribû, soz da ku gendeliyê ji kokê ve rake.

Tora Ragihandinê ya Îraqî di hesaba xwe ya X'ê de daxuyaniya Desthilata Bilind a Olî li Îraqê, Ayetullah Seyîd Elî Sîstanî, di salvegera ragihandina serkeftina bi ser terora Daişê de ya sala 2017an de weşand.

Daxuyaniya ofîsa Sîstanî dibêje "Şerê dijî gendeliyê ne kêmtire ji şerê li dijî terorê."

Daxuyanî dibêje, "Îraqiyên bi rûmet yên ku bi ser terorê de serkeftin weha dê bi ser gendeliyê de jî serkevin, ger ku bi cidî û bihêz û bawer kar bikin."

Hêjayî gotinê ye ku helmeta herî dawî piştî girtina çend berpirsên payebend ên vê dawiyê pêk hatin, ku di nav wan de Alîkarê Wezîrê Petrolê jî heye, ku bi tohmetên girêdayî gendeliyê ew û hejmarek kesên din hatibûn girtin.