Ji Destpêka Şer ve Bêtirî 800 Êrîş li ser Herêma Kurdistanê Pêk Hatine

Ofîsa Ragihandin û Zanyarî ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê dibêje ku ji destpêka operasyona li dijî rejîma Îranê di 28'ê Sibatê ve, 809 êrîşên dron û mûşekan li ser Herêma Kurdistanê hatine kirin.

Ofîsê îro Şemîyê got ku di encama van êrîşan de "20 kes bûne şehîd û 123 birîndar bûne, û di heman demê de bi sedan sivîl ziyanên madî dîtine.

"Gelek caran bang li hikûmeta federal li Bexdayê hate kirin ku kirdarên van kiryarên terorîstî destnîşan bike û tedbîrên pêwîst bigire da ku dawî li van binpêkirinên neqanûnî bîne," Hikûmeta Herêma Kurdistanê got.

Ji 809 êrîşan, 701 êrîşên dronan û 108 jî bi mûşekan bûn, li gor daneyên Ofîsa Ragihand û Zanyarîyê.

Parêzgeha Hewlêrê bi 477 êrîşan herî zêde rastî êrîşan hatiye. Ji wan 419 êrîş bi dronan bûn û 58 jî bi mûşekan.

Piştî Hewlêrê, parêzgehên Silêmanî û Helebceyê rastî 235 êrîşan hatin ku 194 bi dronan bûn û 41 jî bi mûşekan.

Li parêzgeha Duhokê jî 29 êrîşên dronan pêk hatin.

Li navçeya Soranê, 68 êrîş pêk hatin, di nav de 59 êrîşên dronan û neh êrîşên mûşekan.

Li gorî çavkanîyên ji tîma CPT ya Amerîkayê, piranîya êrîşên li ser Herêma Kurdistanê ji alîyê mîlîşyayên Îraqî yên girêdayî Îranê ve pêk hatine. Hin ji wan rasterast ji aliyê Pasdarên Şoreşa Îslamî ve hatine kirin.

Hikûmeta Herêma Kurdistanê hergav dibêje ew ne beşek e ji vî şerî û bang li civaka navnetewî dike ku rê li ber van êrîşan bigire.