Dr. Bijar Mûsa: Nepêgirîya Welatîyên Herêma Kurdistanê bi Rênimayan Belavbûna Koronayê Bêhtir Dike

Karbidestên tenduristîya Herêma Kurdistan Îraqê dibêjin ku rêjeya tuşbûna bi vîrura korona bilind dibe û hejmareke mezin ya xelkê niha rastî vîrusê bûne.

Ew daxwaz dikin ku xelk pêgir bin bi rênimayên tenduristîyê û karbidestan qedexeya hatûçûnê ji demjimêr 8ê êvarê ta 6ê sibehê sepandiye.

Peyvdarê rêveberîya giştî ya tenduristîya Hewlêrê diktor Bijar Mûsa di hevpeyvînekê de li gel Dengê Amerîka got:

“Bi sedema pêgirîya sist ya welatîyan bi rênimayan, dubare rêjeya tûşbûna vîrusê zêde bûye.”

Di derbarê gumanên li dor metirsîya wergirtina vaksînan de, diktor Mûsa di hevpeyvîna li gel Ehmed Zêbarî de dibêje ku ta niha hîç kesek nîne ku vaksîn wergirtîye û rastî kêşeyan bûye.

Ji bo guhdarîkirina li dirêjîya raporta Ehmed Zêbarî fayla deng veke

Your browser doesn’t support HTML5

Raporta Deng/Ehmed Zêbarî