Dronek Mala Welatîyekî Herêma Kurdistanê Dike Armanc

Arşîv: Dronên Îranê û grûpên çekdar yên girêdayî wê Herêma Kurdistanê Dikin Armanc

Îro li gundê Bapiştyanê yê Îdareya serbixwe ya navçeya Soranê dronek bi ser mala welatîyekî de ket lê ti ziyanên canî nînin.

Bi farmî derbarê eslê dronê û armanca wê de ti hûrgilîyên din nehatin dayîn. Lê Kirmanc Îzzet, Şaredarê berê yê Soran ji Dengê Amerîka re diyar kir ku ew dron wesa xuyaye ji Îranê dihat û kete mala welatîyekî xelkî deverê û zîyan gihande mala wî.

Îzzet got ku, dronên Îranî herêma Kurdistanê kirîye armanc, û ev herêmê berê jî êrişên Îranî dîtine

Tê zanîn Hikumeta herêmê di meha 4 Nîsanê de êrîşên bi droneyan li ser axa Kurdistanê şermezar kirbûn tevî agirbesta di navbera Washingtonê û Tehranê de.

Wezareta Pêşmerge ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê di dawîya meha 3 Adarê îşaret bi rejîma Îranê da û ragihand ku li navçeya Soranê di du êrîşên cuda yên mûşekên balîstîk ên li ser hêzên Pêşmerge de, 6 Pêşmerge hatin kuştin û 30 jî birîndar bûn.