Serokwezîrên Herêma Kurdistanê û Qeterê bi Telefonê Diaxivin

Serokwezîrê Herêma Kurdistana Îraqê Mesrûr Barzanî û serokwezîrê Qeterê Şêx Mihemed bin Ebdulrehman bin Casim Al Sanî.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro Pêncşemê li ser geşedanên Herêma Kurdistanê, Qeter û herêmê ligel serokwezîrê Qeterê Şêx Mihemed bin Ebdulrehman bin Casim Al Sanî axivî.

Barzanî li ser platforma X’ê got ku ew bi rêya telefonê bi Al Sanî re axivîye û got, “me êrîşên terorîstî yên li ser Herêma Kurdistanê û Qeterê şermezar kirin û fikarên xwe yên kûr li ser zêdebûna alozî û girjîyên li herêmê anîn ziman.”

Barzanî bal kişand ser grûpên Îraqî yên bi ser Îranê ve û got, “me herwiha li hev kir ku komên mîlîşyayên neyasayî gefên cidî çêdikin û divê hikûmeta Îraqê wan kontrol bike.”

“Min hevsozîya Herêma Kurdistanê bi gelê Qeterê re ji nû ve dupat kir û me li ser girîngîya berdewamîya danûstandin û hevrêzîyê ji bo derbaskirina pirsgirêkên heyî li hev kir,” Barzanî got.

Wezareta Derve ya Qeterê jî li ser platforma X’ê di daxuyanîyekê de qala wê peywendîya telefonî kir û got, “Birêz Şêx Mihemed bin Ebdulrehman bin Casim El Sanî, Serokwezîr û Wezîrê Derve, ji Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistana Îraqê, Birêz Mesrûr Barzanî, telefon wergirt.”

Wezaretê anî ziman ku, "di vê telefonê de, wan pêşketinên alozîya leşkerî li herêmê û bandorên wê yên cidî li ser ewlekarî û aramîya herêmî û navneteweyî, û herwiha rêbazên çareserkirina hemû nakokîyan bi rêyên aştîyane nirxandin.”

“Serokwezîr û Wezîrê Derve, di vê telefonê de, şermezarkirina tund a Dewleta Qeterê ya êrîşa ser mala Birêz Nêçîrvan Barzanî, Serokê Herêma Kurdistana Îraqê li parêzgeha Duhokê ji nû ve dubare kir, û hevgirtina Dewleta Qeterê bi Komara Îraqê a xwîşk re û redkirina hemû kiryarên ku dikarin ewlehî û aramîya wê têk bibin, piştrast kir,” Wezaretê got.