Artêşa Îsraîlê got ku wan Elî Mihemed Naînî serokê beşê peywendîyên giştî ya Pasdarên Şoreşa Îslamî ya Îranê di êrîşeke esmanî de kuştiye.
Artêşa Îsraîlê îro Înê kuştina Naînî li ser platforma X'ê ragihand.
Li gor raportan, Naînî bi salan di warê medya û peywendîyên giştî de postên cuda girtiye û di du salên borî de wekî yek ji kesayetîyên herî girîng di qada propagandaya Pasdaran de çalak bû.
Tê gotin ku wî bi xebata xwe hewl dida ku raman û îdyolojîya Pasdarên Şoreşê di nav komên hevalbend ên li Rojhilata Navîn de belav bike.
Artêşa Îsraîlê herwiha got ku kuştina Naînî beşek ji zincîrek êrîşan e bo tunekirina karbidestên payebilind ên rejîmê.
Artêşa Îsraîlê got ku ewê êrîşên xwe yên li dijî rêber û fermandarên rejîma Îranê berdewam bikin.