Washington bi Fikar E ku Hamas li Tirkîyê Pere Kom Dike

Brian Nelson

Cîgirê Wezîrê Xezîneyê ji bo Terorîzm û Îstixbarata Aborî yê Amerîka Brian Nelson îro Pencşemê got ku wî bi karbidestên hikûmeta Tirkîyê re, fikarên kûr yên Amerîka gotûbêj kiriye ku koma çekdar Hamasê li Tirkîyê dirav berhav dike.

Nelson dîyar kir ku Tirkîyê di warê diravî yên Hamasê de derdikeve pêş û pêkan e ku kom ji vê yekê sûd werbigire jiber ku di şerê xwe yê bi Îlsraîl re hewceyê bêtir diravî ye.

Nelson ji rojnamevanan re li Stenbolê di navbera hevdîtinên bi rayedarên hikûmeta Tirkiyê û komên darayî û karsaziyê re ji rojnamevanan re got:

"Em jiber kanîna Hamasê ya peydakirina bi berdawmî ya dirav û peydakirina desteka darayî (li vir li Tirkîyê) bo êrîşên terorîstî yên siberojê pir bi fîkar in, " Nelson got.

Berevajî bi gelemperîya piraniya hevbendên xwe yên Rojavayî û hin dewletên Kendavê, Tirkîye Hamasê wek komeke terorîst nabîne û mazûvanîya hin endamên komê dike.

Serokê Tirkîyê Tayyîp Erdogan jiber bombarkirinên wê yên li Gaza Îsraîl wekî "dewleta terorê" û milîtanên Hamasê jî wek "şervanên azadîyê" bi nav kir.

Amerîka ku hevalbendê herî nêz yê Îsraîlê ye, jiber êrîşa 7ê Cotmehê ya dijî Îsraîlê, ser gelek sazî û kesayetîyên Tirk bo astengkirina fînansekirina Hamasê, tole ragihand.

Nelson bal kişand ku got ku Tirkîye bi hewlên berê yên Hamasê yên bo berhevkirina drav ji xêrxwaz, karsazên veberhênanê, sazîyên xêrxwazî û rêxistinên bêqezenc ve tekildar e.

Karbidestê Amerîkî herwiha got ku tevî ku Tirkîye Hamasê rewa dibîne jî, koma çekdar hîn jî dikare qanûnên navxweyî binpê bike. Lê, wî ser vê yekê mînakek taybet neda.

"Derfeta têr û xurt heye ku Tirkîye vê kêşeyê di çarçevoya desthilatdarîya xwe ya qanûnî ya navxweyî de çareser bike, bêyî ku toleyên Amerîkî werin ragihandin," Nelson got.

Wî herwiha ragihand ku karbidestên Tirk dest nîşan kirine ku Hamas li Tirkîyê ne rêxistineke terorîst e, lê dîsa jî wê rê nedin binpêkirina qanûnên navxweyî, di nav de şûştina pereyan û fînansekirina rasterast ta kiryarên tundîyê,.

Nelson hevdem egera toleyên zêdetir yên Amerîkî ser saziyên Tirk dîyar kir, yên ku tê gumankirin wan bo domandina bazirganiya neqanûnî ya tiştên qedexe alîkarîya Rûsya kirine.