IDF: Du Endamên Çalak ên Hemasê Hatin Kuştin

Leşkerên Îsraîlî

Hêzên Berevanîya Îsraîlê (IDF) ragihand ku di çalakîyên leşkerî yên li bakurê Kerta Xezayê de du endamên Tevgera Hemasê hatin kuştin.

IDF got, wan berpirsekî Hemasê yê bi navê Faris el-Misrî ku "terorîstekî di çêkirina çekan de beşdar bû û ji yekîneya Nuxbe ya Hemasê bû hat jinavbirin".

Li gorî daxuyanîya IDF, Faris el-Misrî, serokê beşekê di navenda hilberîna çekan a Hemasê de rol digirt wekî beşek ji hewildanên Hemasê yên ji nûveavakirina şiyanên leşkerî.

IDF got ku hewldanên Hemsaê yên hilberîn û ji nûve peyda kirina çekan li dijî peymana agirbestê ye.

Her weha, IDF ragihand ku di êrîşeke din a li bakurê Xezayê de Mihemed Ebû Şikiyan, endamê hêza Nuxbe ya Hemasê hate kuştin.

Li gorî IDF herdu kesên ku hatine jinavbirin, di demên dawî de li ser plansazkirina êrîşan li dijî hêzên IDF û sivîlên Îsraîlê dixebitîn, "Ji bo rakirina metirsiyê hatin ew hatin armanckirin."

IDF got, ku hêzên wê yên di bin Fermandarîya Başûr de li gorî şertên peymanê li herêmê cih girtine û dê berdewam bikin ku her metirsiyeke heyî ji holê rakin.

Di daxuyanîyeke din de, IDF ragihand ku hêzên Tugaya Samariyayê mala kesê ku di êrîşa bi çekan a dawiya hefteyê de têkildar bû, berî hilweşandinê ji alîyê hêzên ewlekarîyê ve hate mohr kirin. Di wê êrîşa çekdarî de ku li nêzî Nablosê li Kenara Rojava pêkhat bû, du welatîyên Îsraîlê hatbûn kuştin.