Êrîşên Giran li ser Depoyeke Cebilxaneyê û Armancên Leşkerî li Îsfahana Îranê Hatin Ragihandin

Amerîkayê û Îsraîlê Duşemê bi şev û sibeha Sêşemê li çend deverên Îsfahanê li Îranê êrîş pêk anîn.

Vîdyoyên teqînên mezin ên li deverên Îsfahanê li ser medyaya civakî hatine belavkirin, û Serokê Amerîkayê Donald Trump yek ji wan bêyî ku hûrgilîyan bide li ser plaforma Truth Social belav kir.

Berê jî cîgirê parêzgarê Îsfehanê gotibû ku firokên şer ên Amerîka û Îsraîlê roja Duşemê bi şev bajarên Îsfehan, Necefabad, Mubarek, Kaşan û Şehrza armanc kirine. Heman karbidestî roja Sêşemê, bêyî ku hûrgilîyan bide, got ku vekolînên destpêkê nîşan didin ku hin "armancên leşkerî" li Îsfehanê hatine armanc kirin.

Karbidestekî Amerîkayî ji rojnameya Wall Street Journal re ragihand ku Amerîkayê bi bombeyeke 907 kîlo depoyeke mezin a cebilxaneyê li Îsfehanê armanc kiriye. Karbidest got ku di êrîşê de gelek bombeyên xendekan hatine bikaranîn.

Artêşa Îsraîlê derbarê êrîşên li ser Îsfahanê ti daxuyanî heta dema amadekirina vê nûçeyê nedaye.