Li Dêrazorê 11Çekdarên Daişê Hatin Girtin

Roja şemîyê hêzêzn elewkarîya hundirîn a Bakur û Rojhilatê Sûrîyayê, endamên şaneyek veşartî li herêma Elbisêra ya girêdayî Dêrazorê girt.

Di daxuyanîya hêzên ewlekarîya hundirîn de hate gotin ku piştî tevgerekê û denheva agahîyan hêzên Asayîşê girtine ser devrên ku cihê şaneya razayî ya Daişê bû. Di encam de 11 çekdarên Daişê Her wisa kargehek a çêkirina teqemenîyê gelek çek û cibilxane hate desteserkirin.

Berdevkê hêzên ewlekarîya hindirîn ya bakûrê sûrîyê Elî el-Hesen ji Dengê Amarîka re daxuyanîk taybet da.

Birêz Hesen got :
"Roja Şemiyê di 17 vê heyvê dehêza me hejmarek terorsît li herêma Bisêra ya berîya rojhilatê Dêrazorê girt ku hejamra wan 11 terorsît bûn ,piştî lêpirsîn û şopandinê ev oprasyon pêkhat, her wisa factoreke çêkirina teqemenîyan hat dît in. "

Ev demeke liv û tevgera serbazî ya hêzên ewlekarîya hindrîn û hêzên wê taybet ku tên naskirin bi HAT û her wisa hêzên antî teror YAT yên girêdayî HSD li tevahî herêmên bakûr û rojhilatî sûrîyê pirr aktîve. Ne xasim ku Daişê hewldide hêza xwe vegerîne.

Li alîyekî din Daişê dîmenek weşand têde gef li hêzên kiwalisyonê û kurdan dixwar ku wê êrîşan pêkbîne li dijî wan.

Hêjaye gotinê ye ku ev demek hejamrek pirr mezin ji teqînan pêktên ku Daişê hildigre ser milê xwe mîna 8teqînên Hesekê , û teqîna herî dawî li roja yekşemê li Qamişloyê.

Your browser doesn’t support HTML5

Raporta Deng