Firokên Amerîkî Berdewam li Armancên DAÎŞ Didin

Amerîka îro Şemîyê çend êrîşên esmanî li dijî armancên Dewleta Îslamî ya Îraq û Şam (DAÎŞ) kirin.

Fermandarîya Navendî ya Hêzên Amerîkî ragihand ku êrîşên îro li hember şervan û alavên leşkerî yên DAÎŞ yên li nêzîkî Hewlêrê qewimîn.

Fermandarîya Navendî ya Amerîkî da zanîn ku êrîşên În û Şemîyê hem bi firokên bi pilot û hem jî hem jî yên bêmirov pêk hatin.

Hêjayî gotinê ye, Serokê Amerîka Barack Obama hewil dide ku koalîsyneke navnetewî pêk bîne ku li Îraqê dijî cîhadîyan bike.