Rêdûr Xelîl: Divê Civata Navnetewî Hember Êrîşa Kîmyayî ya DAIŞê Bê Deng Nemîne

Şervanê YPG Ocalan Omerî perçeyên hawanên bi gazên kîmyayî kom dike

YPG û du rêxistinên Amerîkî , rêxistina Conflict Armament Research (CAR) û Sahan dibêjin ku DAIŞê êrîşek kîmyayî li bajarê Hesekê û navçeya Tilbarakê pêk anîye.

Di 28ê Hezîranê de agahîyek ji tîma Dengê Amerîka re li Qamişlo hat ku rokêtên hawan li taxa Salihîyê li Hesekê ketine û hilmek ne normal belav bûye. Me jî berê xwe da Hesekê ku li wir tîmeke YPG vekolîna wê bûyerê dikir û perçeyên hawanan didan hev. Wê demê gûman hebû ku ev êrîşek kîmyayî be, lê hîngê ew nehatibû tekez kirin.

Di daxuyanîyeke nivîskî de YPG piştrast kir ku ew hilm gaza kîmyayî ye. Rojnameya New York Times jî zarê rêxistina Sahan û CAR yên Amerîkî encama vekolînê li Washingtonê belav kir ku ew êrîş kîmyayî ye.

Niha nav gelê Hesekê metirsîyeke mezin derketiye ku gelo wê Hesekê mîna Helepçe rastî komkujîyeke kîmyayî were?

Berdevkê YPG Rêdûr Xelîl ji kamera Dengê Amarîka re encama vekolînê şîrove kir û got ku divê civaka navnetewî û koalîsyona dijî DAIŞê bi erkê xwe rabe û hember vê kiryara DAIŞ bê deng nemîne.

***

Kerem kin li vê vîdyoya taybet temaşe bikin:

Your browser doesn’t support HTML5

Vîdyo Raporta Ser Êrîşa Kîmyayî