Rêberên Îsraîlê li ser Aştîya Libnanê Kom Dibin

Ajansa Reuters dibêje ku Kabîneya ewlekarîyê ya Îsraîlê, bi rêberîya Serokwezîr Benjamin Netanyahu, îro Çarşemê dê civînê bike da ku li ser egera aştîyê li Libnanê gotûbêj bikin.

Zêdetirî pênc hefteyan e şer û pevçûn di navbera Îsraîl û Hizbullahê de dom dikin, piştî ku çekdarên Hizbullahê bi destpêkirina şerê di navbera rejîma Îranê li alîyekê û Amerîka û Îsraîlê li alîyek din de bi mûşekan êrîşî Îsraîlê kir.

Ev şer, ku di destpêka Adarê de destpê kir, li Libnanê bû sedema mirina zêdetirî 2,000 kesan û koçberîya nêzîkî 1.2 milyon kesan, ku ev jî bo sedema zêdebûna givaştina navneteweyî bo rawestandina şer.

Hewldanên dîplomatîk bo rawestandina şerê di navbera Amerîka û Îranê de zêde dibin ku rawestandina şerê li Libnanê beşekî wan danûstandina ye.

Serokê Amerîkayê Donald Trump daxwaz ji hikûmeta Îsarîlê kiribû ku girjî û pevçûnên li Libnanê kêm bikin û dest bi aştîyê bikin.

Wezîrê Derve yê Amerîka Marco Rubio roja Sêşemê li Washingtona paytext navbeynkarîya danûstandinên rasterast yên di navbera Îsraîl û Libnanê de kir.

Di heman demê de, Trump amaje kir ku şerê mezintir yê bi Îranê re dibe ku nêzîkî dawîbûnê bibe.

Her çend roj û demên berdewamkirina danûstandinên aştîyê ne diyar in, lê karbidest dibêjin ku dibe ev bi rawestandina şerê navbera Amerîka û Îranê ve girêdayî be.