Îsraîl Dibêje ew Êrîşên Dijî Hizbullhê Berdewam Dike

Israeli strikes in southern Lebanon

Hêzên Berevanîya Îsraîlê (IDF) îro Çarşemê ragihand ku ku ew berdewam in di armanckirina bingehên Hizbullahê de li başûrê Libnanê.

IDF’ê li ser platforma X’ê got, “Di roja borî de, IDF’ê li Sûr û çend deverên başûrê Libnanê êrîşî bingehên rêxistina terorîst a Hizbullahê kir.”

“Li Sûr, şeş binesazîyên ku ji hêla rêxistina terorîst a Hizbullahê ve ji bo pêşxistina planên terorîstî li dijî sivîlên Îsraîlî û hêzên IDF’ê yên ku li başûrê Libnanê dixebitin dihatin bikar anîn, hatin lêdan. Di nav binesaziyên ku hatin lêdan de cihek hebû ku ji hêla terorîstên rêxistina terorîst a Hizbullahê ve ji bo firandina dronên teqemenî li ser hêzên me dihat bikar anîn,” IDF’ê got.

Li alîyekî din, peyvdarê artêşa Îsraîlê ji bo medyaya Erebî Avichay Adraee hişyariyeke lezgîn ji bo niştecîhên Libnanê yên li gundê Ensarîyeyê belav kir, û tê de got ku, “Ji ber binpêkirina peymana agirbestê ji alîyê partîya terorîst a Hizbullahê ve, Artêşa Berevanîyê neçar e ku bi tundî li dijî wê tevbigere. Artêşa Berevanîyê nîyeta wê tune ku zirarê bide we.”

Adraee anî ziman ku “ji ber fikara ewlehîya we, divê hûn tavilê ji malên xwe derkevin û ber bi bakurê Çemê Zehranî ve biçin.”

“Her kesê ku li nêzî hêmanên Hizbullahê, bingehên wan û amûrên wan ên şer be, jiyana xwe dixe metirsîyê,” Wî got.