Pêleke Êrîş û Teqînan li Çend Bajarên Îranê Dibin

Îro Duşemê li gelek deverên Îranê pêleke êrîşên esmanî li ser binesazîya leşkerî û ewlehîyê ya wî welatî hat ragihandin.

Artêşa Îsraîlê dibêje ku doh bi şev pêleke mezin a êrîşan li dijî “baregeh û binesazîya rejîma terorîst a Îranê” li seranserê Tehranê dest pê kiriye.

Li bajarê Sinê, serê sibê bingeheke polîsan hate armacgirtin. Di heman demê de, li bajarê Degulan ê parêzgeha Kurdistanê navendeke Basîc hate êrîşkirin.

Li Zencanê jî xaniyek hate armancgirtin û li gorî cîgirê siyasî yê parêzgehê, di encamê de sê kes hatin kuştin û heft kesên din jî birîndar bûne.

Di demjimêrên serê sibê de li bajarê Qumê çend teqînên bihêz hatin ragihandin, ku xanî û pencere hejandin. Çavkanîyên xwecihî got ku wan herî kêm neh teqîn bihîstine.

Li Tehranê, derdora demjimêr 6ê sibê li navçeya Pasdaran elektrîk qut bû. Li derdora demjimêrt 8ê sibê li nêzî Êkbatan û derdora Mehrabad jî teqînek giran hat ragihandin.

Li Abadanê, êrîşan demjimêr 7ê sibê dest pê kir, herî kêm 11 caran xaleke nêzîkî kargeheke petrokîmyayî hate armancgirtin.

Li gorî daxuyanîyeke artêşa Îsraîlê li ser platforma X’ê, hin ji wan cihên ku êrîş lê hatine kirin, cihek bû ku ji bo çêkirina mûşekên berevanîya esmanî ya dûravêj dihatin bikaranîn. Artêşa Îsraîlê dibêje ku mûşek gefeke cidî li azadîya firîna hêzên esmanî li ser Îranê disepînin.

Li gorî daxuyanîya Îsraîlê, komeke pîşesazîyê ya ji bo berhemanîn, lêkolîn û pêşxistina motorên mûşekên balîstîk jî hatiye armancgirtin.

Di du rojên borî de, artêşa Îsraîlê êrîşên xwe yên li ser kargehên rejîmê li Tehranê zêde kirine, di êrîşeke mezin de nêzîkî 40 cihên çêkirina çekan, lêkolîn û pêşxistina wan kirine armanc.

Ev êrîş beşek in ji hewldanên berdewam ên Îsraîlê ji bo lawazkirina şiyanên çekan ên Îranê, nemaze di warên mûşekên balîstîk û berevanîya esmanî de.