Îsraîl Dibêje Wê Hezên Xwe li Libnan, Sûrîye û Xezayê Bihêle

Herêma Tampon ya di navbera Sûrîyê û Îsraîlê de

Wezîrê berevanîyê yê Îsraîlê Israel Katz îro Pencşemê ji hevtayê xwe yê Amerîkî re ragihand ku Îsraîl biryarder e hebûna hêzên xwe yên li "herêmên ewlehîyê" yên ku li Libnan, Sûrîye û Kerta Xezayê ava kirine, bidomîne.

Li gor daxuyanîya ofîsa wî, Katz û Pete Hegseth roja Pêncşemê peywendîyeke telefonî pêk anîn.

Li gor daxuyanîyê, Katz ji Hegseth re “biryardarîya Îsraîlê ya ser mana li herêmên ewlehîyê yên li Sûrîye, Xeza û Libnanê bi armanca parastina sînorên Îsraîlê û civakên nêzîkî sînor ji gefên hêzên cîhadî destnîşan kirîye."

Daxuyanîyên Katz hatin çend rojan piştî ku Serokê Amerîka Donald Trump ji Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu xwestibû ku hêzên Îsraîlê ji Sûriye û Libnanê derxîne, li gor malpera Amerîkî Axios.

Axios, ji zarê karbidestekî Amerîkî, ragihand ku Trump ji Netanyahu re gotiye ku hebûna leşkerî ya Îsraîlê li Sûrîyê alozîyan gûr dike.

"Ew wê (Îsraîl) li wir naxwazin. Divê hûn vekişin," Trump ji serokwezîrê Îsraîlî re gotiye, li gor Axios.

Piştî ku di Berfanbara 2024’an de rejîma serokê Sûrîye Beşar Esed hat roxandin, Îsraîlê hêzên xwe li herêma tampon ya Bilindahîyên Colanê bicîh kir.

Li Libnanê, hêzên Îsraîlî di nav herêma ewlehîyê de d, ku bi qasî 10 kîlometre ye û di nava sînorên Lubnanê, cîh digirin.

Li Xezayê, artêşa Îsraîlê ji sedî 60’ê axê kontrol dike û li seranserê sînorên ligel Îsraîl û Misrê hebûna hêzên wê heye.