Hêzên Esmanî yên Îsraîlê (IAF) îro Çarşemê vîdyoyeke setelaytê ya armanckirina erebeyekê belav kir û ragihand ku wan serkirdeyekî Hemasê ji nav birîye.
IAF di daxuyanîyekê de li ser platforma X’ê got, "Hêzên Esmanî Yehya Ebû Lebda, terorîstê ku fermandarekî beşê dabînkirinê yê rêxistina terorîst Hamasê bû, ji holê rakir.”
“Di çarçoveya rola xwe de, Ebû Lebda berpirsiyarê dabînkirin û veguhestina alav û çekên leşkerî ji bo baskê leşkerî yê rêxistina terorîst Hemasê bû,” daxuyanîya IAF got.
Li gor Hêzên esmanî yên Îsraîlê, Ebû Lebda “veguhestina bi dehan ton madeyên xav ji bo berhemhênana mûşekan û pêkhateyên elektronîkî yên pêşketî ji bo pêşvebirina bingeha berhemhênanê ya Hemasê birêve dibir û pêşve dibir.”
IAF dibêje “di nav tiştên din de, ev alav ji hêla rêxistina terorîst Hemasê ve di êrîşa 7'ê Cotmehê de hatin bikaranîn.”