Îsraîl: Me Doh 400 Bingehên Îranê Kirin Armanc

Hêzên Berevanîya Îsraîlê(IDF) îro Yekşemê ragihand ku Hêzên Esmanî yên Îsraîlê doh pêleke din a êrîşan li Îranê pêk anîye.

IDF’ê li ser platforma X’ê got, “Hêza Esmanî di roja borî de li rojava û navenda Îranê pêleke êrîşên berfireh pêk anî, ku di wan êrîşan de zêdetirî 400 armancên rejîma terorîst a Îranê, di nav de jî avêtina mûşekên balîstîk û cihên hilberîna amûrên şer, rastî êrîşê hatin.”

IDF’ê vîdoyoyeke kurt belav kir ku nîşan dide êrîşên esmanî hin bingehan dikin armanc û li ser vîdyoyî hatîye nivîsandin ku ew derbeyên li jêrxaneyên “rejîma Îranê ya terorîst in.”

“Ji destpêka Operasyona "Irîna Şêr" ve, Hêza Esmanî bi sedan êrîş li ser avêjerên mûşekan, sîstemên parastinê, embarên amûrên şer û binesazîya din a rejîma terorîst a Îranê pêk anîne, bi armanca kêmkirina qada agirê ber bi axa Dewleta Îsraîlê ve,” IDF got.