Îsraîl Bingehên Supaya Pasdarên Îranê Dike Armanc

Hêzên Berevanîya Îsraîlê roja Yekşemê ragihand ku wan pêlek nû ya êrîşên esmanî li ser çend cihên leşkerî û hilberîna çekan li Tehranê encam dane.

Li gorî daxuyanîyeke fermî ku li ser hesabê Farisî yê artêşa Îsraîlê li ser X’ê hatiye weşandin, balafirên şer ên hêzên esmanî yên Îsraîlê bi dehan êrîş li ser bingehên ku ji hêla ajansên ewlehîyê yên Îranê ve ji bo hilberandin û enbarkirina çekan têne bikaranîn, pêk anîne.

Îsraîl dibêje ku armancên sereke ew bûn, "bingeheke artêşa Îranê ku ji bo perwerdekirina hêzan û parastina pergalên mûşekên dijî balafiran, bingeheke hilberandin û enbarkirina çekan a girêdayî Wezareta berevanîyê ya Îranê, û bingeheke hilberîna çekan a girêdayî Hêza Esmanî ya Îranê."

Di heman demê de, artêşa Îsraîlê baregeheke din a Wezareta îstîxbarat û baregeheke awarte ya hêzên polîs ên Komara Îslamî kir armanc.