Îsraîl Pêleke Êrîşan li Îranê Pêk Tîne

Hêzên Berevanîya Îsraîlê (IDF) îro Pêncşemê ragihand ku Artêşa Îsraîlê di pêleke berfireh a êrîşan de li Tehranê baregeha Hêzên Bejayî yên Pasdaran û baregeheke fermandarîya gerok a fermandarên rejîmê kirin armanc.

IDF li ser hesabê xwe ya Farisî yê platforma X’ê got ku “di çarçoveya vê pêla êrîşan de, hêza esmanî, bi alîkarîya Rêveberîya Îstîxbaratê (Aman), baregeha hêzên bejayî yên Pasdarên Şoreşa Îslamî ya Îranê( IRGC), ku yek ji yekîneyên navendî yên hêzên rejîma terorîst e, armanc girt.”

IDF got, “Di dema operasyona Orîna Şêr de, artêşa Îsraîlê bi awayekî sîstematîk bi sedan baregehên fermandarîya rejîma terorîst a Îranê li seranserê Îranê kir armanc û di encamê de hatin jikarxistin.”

“Piştî van êrîşan, di rojên dawî de artêşa Îsraîlê nas kir ku rejîma terorîst a Îranê baregehên xwe di yekîneyên gerok (erebeyan) de belav dike û fermandarên rejîmê ji hundirê wan tevdigerin,” IDF got.

Wê anî ziman ku di vê pêla êrîşan de “artêşa Îsraîlê baregeheke fermandarîya gerok ku fermandarên rejîmê lê çalak bûn kir armanc.”

“Li kêleka van armancan, di çarçoveya hewldana berdewam a lêdana sîstema mûşekî ya rejîmê de, depoyeke mûşekên balîstîk a yekîneya mûşekan li herêma Tebrîzê jî hate lêdan,” wê got.