Îsraîl Dibêje wê Başûrê Paytexa Libanê Kiriye Armanc

Wêne ji Arşîfê ye

Nivîsgeha Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu roja Yekşemê ragihand ku artêşa Îsraîlê navendên fermandarîya hêzên çekdar li başûrê Beyrûtê kirine armanc.

Di daxuyanîyê de hat gotin ku, "Bi fermana Serokwezîrê Îsraîlê Netanyahu û Wezîrê Berevanîyê Israel Katz, Hêzên Berevanîya Îsraîlê çend deqe berê navendeke fermandarîya Hizbullahê li herêma Dahîye ya Beyrûtê kir armanc, wekî bersivek ji bo êrîşkirina Hizbullahê ya li ser axa Îsraîlê."

Dahîye ya Başûr baregeha hêzên Hizbullahê ye, ku ji alîyê Komara Îslamî ya Îranê ve têne piştgirîkirin. Demjimêrekê berî êrîşê, artêşa Îsraîlê ragihand ku wan du rokêtên ku ji Libnanê hatine avêtin, xistine xwarê.

Êrîşa Îsraîlê ya li ser Beyrûtê tenê çend rojan piştî ragihandina agirbestê ji alîyê hikûmeta Libnan û Îsraîlê ve tê.

Îran a ku bi Amerîkayê re di danûstandinan de ye da ku bigihêje rêkeftinekê ji bo bidawîanîna şer, berê gef xwaribû ku ger Îsraîl êrîşî Beyrûtê bike, dê şer ji nû ve dest pê bike.