Netanyahu û Eisenkot Avakirina Hikûmeteke Hevbeş Gotûbêj Dikin

Partiya "Yaşar" a ku serokwezîrê erkdarkirî Gadî Eisenkot serokatiya wê dike, ragihand ku îro Yekşemê danê sibê li bajarê Tel Avîvê, di navbera Gadî Eisenkot û Benjamîn Netanyahu de ji bo gihiştina rêkeftinekê derbarê avakirina hikûmeteke yekîtiya niştimanî li Îsraîlê danûstandinan dest pê kiriye.

Li gorî zanyariyên Ajansa Nûçeyan a Fransayê (AFP), ev civîn li avahiya Wezareta Berevaniyê birêve diçin û dê bi nirxandina rewşa ewlehiyê ya Îsraîlê dest pê bikin.

Ev pêşhat piştî wê yekê tê ku serokwezîrê hikûmeta karbirêker pêşniyaza rêkeftineke dorê ji bo posta serokwezîr di çarçoveya hikûmeteke yekîtiya niştimanî de kiribû.

Netanyahu şeva Şemîyê li ser platforma X'ê nivîsandibû: "Berpirsiyariya min wekî rêber ji min dixwaze ku ez her tiştî bidim aliyekî... û ez razî dibim ku di destpêkê de Gadî Eisenkot posta serokwezîr wergire û piştre ez bibim serokwezîr." Herwiha destnîşan kir ku ev pêşniyar di demekê de tê ku Îsraîl bi "astengiyan" re rûbirû ye, bi taybetî di warê ewlehiyê de.

Ji aliyê xwe ve, Eisenkot tekez kir ku ew ê "rastgoyiya" partiya Lîkûdê ya bi serokatiya Netanyahu biceribîne û daxwaza danûstandinên bilez kir. Eisenkot di daxuyaniyekê de got: "Eger partiya Lîkûdê ji bo yekîtiyeke rastgo amade be, ez amade me di nava 24 demjimêrên bê de cidiyeta niyetên wê biceribînim."

Hêjayî gotinê ye ku Eisenkot berê ragihandibû ku ew ê heta 6'ê meha 12'an kabîneya xwe ya hikûmetê temam bike.