Wezîrê Derve yê Îsraîlê: Çavê Îsraîlê Ne li Axa Libnanê ye

Wezîrê Derve yê Îsraîlê Gideon Sa'ar îro Înê ragihand ku di peywendîyeke telefonî de ligel Wezîra Derve ya Austuryayê Beate Meinl-Reisinger, wî behsa danûstandinên ligel hikûmeta Libnanê kirîye.

Wezîrê Derve yê Îsraîlê ji hevtaya xwe ya Austuryayî re gotîye: "Min tekez kir ku çavê me li axa Libnanê nîne."

Îsraîlê tekez kir ku operasyonên wan tenê ji bo jinavbirina metirsîya koma Hizbullahê ne.

Sa'ar herwiha got "Armanca me ew e ku em rê li ber planên êrîşên mîna 7'ê Cotmehê yên Hizbullahê û gefên li ser gundên ser sînorê me bigirin."

Artêşa Îsraîlê roja Çarşemê cara yekem piştî nêzîkî mehekê ji ragihandina agirbestê ligel Libnanê, êrîşî herêmeke Beyrûtê kir.

Hikûmeta Îsraîlê got ku êrîş li dijî fermandarekî Hizbullahê bû.