IDF Cîgirê Fermandarê Hêza Bajarê Xezeyê ya Hemasê Dikuje

Artêşa Îsraîlê îro Înê ragihand ku wan Îmad Hesen Hisên el Slîm, cîgirê fermandarê hêza bajarê Xeze û fermandarê Betalyona Zeytûn a baskê leşkerî yê Hemasê li bakurê Xezeyê kuştin.

Li gorî daxuyanîyeke artêşa Îsraîlê, êrîş doh Çarşemê pêk hat. Artêşê got ku Slîm herwiha rêbertîya operasyona 7'ê Cotmeha 2023'ê û derbasbûna bo nav axa Îsraîlê kiribû.

Artêşa Îsraîlê got ku di salên dawî de, û bi taybetî di vê dema dawî de, Slîm “bi dehan planên terorîstî li dijî hêzên berevanîya Îsraîlê (IDF) li Kerta Xezeyê pêk anîne û ji ber vê yekê wekî gefek dihat hesibandin.”

IDF got fermandarekî din ê Hemasê di heman avahîyê de bû, lê hîn encamên operasyonê têne nirxandin.

Li alîyekî din, fermandarê giştî yê hêzên Îsraîlê îro Înê got: “Bandora û givaştina berdewan li ser Hizbullah pir xurt û piralî ye. Ji destpêka şer ve zêdetirî 7,500 terorîst hatine kuştin, herwiha 2,500 teroristên din ji destpêka 'Orîna Şêr' ve.”

Wê herwiha da zanîn ku "emê li dijî dijmin li her deverekê operasyonan encam bidin."