Hêzên Berevanîya Îsraîlê (IDF) îro Pêncşemê ragihand ku wan serokê tora veguhestina peredarîya Hemasê li Xezayê kuştiye.
IDF’ê li ser platforma X’ê got, “Îhab Khrizim, serokê tora navendî ya veguhestina peredarîya Hemasê li Xan Yûnis a başûrê Xezayê hate jinavbirin.”
“Khrizim berpirsiyarê rêvebirina veguhestina bi mîlyonan dolaran bo baskê leşkerî yê Hemasê bû. Çalakîyên wî hişt ku Hemas êrîşên bilez li dijî leşkerên IDF’ê û sivîlên Îsraîlî pêk bîne,” IDF’ê got.
Hêzên Îsraîlî anî ziman ku wan her wiha Mihemed el-Hebaş, fermandarê yekîneyeke baregehên hilberînê yên Hemasê jî di dema êrîşê de kuştîye.
IDF’ê doh Çarşemê jî serokê baskê leşkerî yê Hemasê Mihemed Ode li başûrê Xezayê kuşt.