Îsraîlê li Xezayê Fermandarekî Payebilind ê Hamasê Kuşt

Ajansa Reuters ragihand ku roja Sêşemê Îsraîlê di êrîşeke esmanî de Izzeddîn el-Beîk, fermandarê lîwaya bakurê Xezayê ya Lîwayên Izzeddîn el-Qesam, baskê çekdarî yê tevgera Îslamî ya Filistînî Hemas kuşt.

Hikûmeta Îsraîlê got artêşê El-Beîk kire armanc û ew kuştiye, û diyar kir ku wî di plana êrîşan û peydakirina endaman di nava Hemasê de beşdarî kiribû.

Ji alîyê xwe ve Tevgera Hemasê di daxuyaniyekê de kuştina Beîk di êrişa esmanî ya Îsraîlê de piştrast kir.

Wezîrê Berevanîya Îsraîlê Israel Katz, di daxuyaniyekê de roja sêşemê got ku rêberên Hemasê yên li derveyî Xezeyê jî êdî " di lîsteya armancan de ne" û zêde kir û got, "Pêwîst e ti yek ji van kujerên xerabkar ku di komkujiya 7'ê Cotmehê de rola navendî lîstine, bi aramî ne mirin."