Katz Hişyariyê Dide Hemasê: Yan Çekdanîn yan jî Operasyoneke Berfireh

Wezîrê Berevaniyê yê Îsraîlê, Israel Katz, îro Pêncşemê gefa pêkanîna operasyoneke leşkerî di nav Xezayê de xwar, û got, eger tevgera "Hemas"ê dev ji çekên xwe bernede, ewê dest bi operasyoneke berfireh li xezayê bikin.

Katz di peyamekê de li ser platforma X'ê ragihand ku "Hemas" li pêşberî du bijardeyan e; yan "bêçekkirina xwe ya bi dilxwazî û nehiştina şekan li Kerta Xezayê, li gorî plana Serokê Amerîkayê Donald Trump, yan jî artêşa Îsraîlê dê di çarçoveya operasyona (Erebeyên Gîdeon 2) de wê bêçek bike, ku ev yek veguhastina milyonek ji niştecihên Xezayê careke din ber bi başûr ve li xwe digire."

Wezîrê Berevaniya Îsraîlê herwiha gef li serkirdeyên Hemasê xwar û got ku hemû kesên di êrîşa 7'ê Cotmehê de beşdar bûne tên şopandin. Katz bi navê serkirdeyê Hemasê Xelîl el-H'eye anî ziman û got: "Dê roja el-H'eye û hevalên wî jî bihê; qatên wan û otêlên wan ên lukjerî dê wan neparêzin."

Di beşeke din a peyama xwe de, Katz eşkere kir ku şeva borî artêşa Îsraîlê Xalid Ebû Neda, ku wekî wezîrê aborî û perwerdeyê yê Hemasê li Kerta Xezayê bi nav kir, ligel berpirsekî din ê payebilind ê wê tevgerê kuştine. Wî amaje bi wê yekê jî kir ku ev operasyon piştî kuştina bi dehan kesayetiyên din ên girîng di meha borî de tê.

Li gorî gotina Katz, %70 ji axa Xezayê hatiye wêrankirin û di bin kontrola artêşa Îsraîlê de ye, di nav de Korîdora Fîladelfî jî, bi armanca rêgirtina li qaçaxçîtî û dubare çekdarkirina Hemasê û parastina civakên Îsraîlî.

Derbarê rewşa niştecihên Xezayê de, Katz da zanîn ku amadekariyên pêwîst û binesaziya rêxistinî hatine amadekirin ji bo her kesê ku bixwaze bi awayekî rêkxistî ji Xezeya wêrankirî derkeve.

Di dawiya peyama xwe de, wî tekez kir ku ew ê soza xwe ya ji bo jinavbirina desthilata Hemasê û paqijkirina Xezeyê ji çek û tunêlan bicih bînin.